Serok Erdogan li ser kapasîteya Tirkiyeyê ya hîdroelektrîkê daxuyanî da

Serok Erdogan li ser kapasîteya Tirkiyeyê ya hîdroelektrîkê daxuyanî da

Serok Recep Tayyip Erdogan ragihand, bi santralên hîdroelektrîkê yên ku wan di serdemên desthelatdariya xwe da çêkirin va wan Tirkiye di vê qadê da gihand ciyekî pir cuda.


Erdogan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser kapasîteya Tirkiyeyê ya hîdroelektrîkê daxuyanî da.

Serok Erdogan wiha got, "Bi santralên hîdroelektrîkê yên ku me di serdemên desthelatdariya xwe da çêkirin va hemd ji Xwedê ra, me Tirkiye di vê qadê da gihand ciyekî pir cuda. Ji niha şûnda jî veberhênanên me dê bênavbera bidomin. Em ê welatê xwe di enerjiyê da înşelah bigihînin ciyekî hîn pêşketî." 

Erdogan bal kişand ku Tirkiye ji hêla kapasîteya hîdroelektrîkê di nava 10 welatên ewil da ye.

Erdogan diyar kir, bi 31 hezar û 436 megavat hêza avakirî va 735 santralên hîdroelektrîkê yên Tirkiyeyê hene, di warê hilberîna ceyranê da para hîdroelektrîkê ji sedî 20,1 e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE