Serok Recep Tayyîp Erdogan li ser sepanên Telegram û BÎPê mesaiya xwe ya îro parve kir.
Erdogan bi hevoka "Xwîşk û birayê min ê delal, siba te bi xêr be, hefteya te bi xêr be"yê dest bi peyama xwe kir û wiha got:
"Roja ewil a hefteyê emê di saet 14.00an da bi weşana zindî va beşdarî kongreyên bajêr ên Adana, Antalya, Bursa û Muğlayê yên AK Partiya me bibin û dest bi mesaiya xwe bikin. Di saet 15.00an da jî emê civîna xwe ya kabîneyê bikin. Ez ji niha ve bibêjim ez ji Rebê xwe dixwazim biryarên ku ji civîna me derkevin li ser xêrê bin. Ji we hemûyan ra hefteyên bi xêr dixwazim û ez we bi hestên dilî silav dikim."
AA