Serok Erdogan li Stenbolê bi Serokên Mehelleyan re hat bal hev

Serok Erdogan got''Hemî cureyê diziyê xirab e lê diziya dengan, diziya îradeya millî karesateke mezin e"

Serok Erdogan li Stenbolê bi Serokên Mehelleyan re hat bal hev

Serok Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku hemî cureyê diziyê xirab e lê diziya dengan, diziya îradeya millî karesateke mezin e û wiha got, "Me ji bo parastina heq, hiqûq û îradeya gelê xwe micadele kir, ji ber vê sedemê em biryara LBHê ya nûkirina hilbijartinê rast û dirust dibînin."

Erdogan Li Navenda Nimayişê û Hunerê ya Avrasyayê ya li Yenîkapiyê beşdarî Bernameya Fitarê ya Serokên Mehelleyan a Stenbolê ya AK Partiyê bû gotarek pêşkêş kir.

Serok Erdogan got, "Hemî cureyê diziyê xirab e lê diziya dengan, diziya îradeya millî karesateke mezin e. Me ji bo parastina heq, hiqûq û îradeya gelê xwe micadele kir, ji ber vê sedemê em biryara LBHê ya nûkirina hilbijartinê rast û dirust dibînin. Dema em li sedemên endamên LBHê yên ku dijî vê biryarê derketin dinerin, em tiştekî lê hêja ku vijdanan tetmîn bike nabînin."

Erdogan bal kişand ser wê yekê ku li Stenbolê xwedan 2 milyon û 300 hezar endamî ne û wiha pê de çû:

"Madem em xwedan hewqas endam in, tenê em endamên xwe yên li Stenbolê bi dilsozî bixebitînin. Bila tenê her endamek digel xwe 2 dengan bîne, mesele qediya. Em tenê endamên xwe bixebitînin. Nabê ku bê gotin; ez endam im, lê nexabitim, berpirsiyariya endambûnê heye. Di siyaseta me de, li dîjîbûna gel, meşa ne di berjewendiya gel de tune ye, em ji têgihiştineke wisa bi teqez dûr in."

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE