Serok Erdogan li Îzmirê herêma erdhejê ziyaret kir

Serok Erdogan li Îzmirê herêma erdhejê ziyaret kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan herêma ku piştî erdheja li Îzmirê lê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin ziyaret kir.

Serok Erdogan piştî civîna çapemeniyê ya li navenda qeyranê ya li navçeya Bornovayê derbasî navçeya Bayrakliyê ku herî zêde wir ji ber erdhej xisar çêbû bû.

Serok Erdogan ket herêma enqaza Apartmana Riza Bey a ku li Taxa Mansuroglu xira biû û ji Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu û rayedaran der barê xebatan da agahî hildan.

Digel Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî û Parlementerê AK Partiyê yê Îzmirê Bînalî Yildirim rayedarên saziyên ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dikin jî li gel Erdogan bûn.

Erdogan dema ji herêmê derket hin welatiyan hezkirina xwe nîşan dan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE