Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokê Partiya GERBê û Serokwezîrê îstafikirî yê Bulgaristanê Boyko Borîsov axivî.
Li gorî saxuyaniya Serokayetiya Ragihandina Serokomariyê, Serokomar Erdogan di peywendiyê de ji ber ku GERB di hilbijartinên Bulgaristanê de bû partiya yekemîn pîrozbahî li Boyko Borîsov kir.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Bulgaristan bi serektiya Borîsov gihişt geşeya aborî û îstiqrarê, digel vê hêviya wê yekê kir ku pêvajoya pêkanîna hikûmetê serkeftî be.
AA