Serokomar Recep Tayyîp Erdogan mamosteya muzîkê Aybuke Yalçina ku 5 sal berê li Kozluka navçeya Batmanê di êrîşa rêxistina terorê da şehîd bû, bi bîr anî.
Serokomar Erdogan li ser medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Di salvegera 5emîn a şehadeta mamosteya me ya şehîd Aybuke Yalçinê da ez wê bi rehmet bi bîr tînim. Em ê tu carî keça xwe ya Aybuke jibîr nekin, em ê bi terorîstên ku ew ji me qetand û bi piştgirên wan terorîstan ra têkoşîna xwe bidomînin."
AA