Serok Erdogan mizgînî da gelê Stenbolê

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê veberhênanên wê li Stenbolê bên kirin da mizgînî da gel

Serok Erdogan mizgînî da gelê Stenbolê

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Yenîkapiya Stenbolê beşdarî mitînga partiya xwe bû û axivî.

Di mitîngê da Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî cih girtin.

- "Li gor reqama fermî milyonek û 600 hezar kes li Yenîkapiyê ne."

Serok Erdogan silav da gelê beşdarî mitîngê bûye û wiha got: "Em bi birayên me yên dil dane AK Partî û Partiya Tevgera Neteweperwer yên baweriya wan bi Tifaqa Cumhur hene ra waye ji bo Stenbolê careke din li Yenîkapiyê ne. Li gor reqama fermî ya ku gihîşte destê min niha milyonek û 600 hezar kes li Yenîkapiyê ne."

- "Înşallah emê şahiya serkeftinê jî bikin"

Erdogan got piştî hilbijartinê dema ku ew bi ser ketin, ew dixwazin dîsa li Yenîkapiyê bicivin û wiha got: "Înşallah piştî 1ê Nîsanê dîsa li vir ji bilî vê serkeftinê bêyî ku zêde dem ji ser ra derbas bibe, em şahiya serkeftinê jî bikin."

- "Emê Girava Demokrasî û Azadiyan piştî hilbijartinê vekin"

Ji bo vekirina Girava Yassiadayê Erdogan wiha axivî: "Emê vekirina Girava Demokrasî û Azadiyan (Yassiada) piştî hilbijartinê bikin."

Serok Erdogan der barê xebatên li Stenbolê tên kirin û wê bên kirin da axivî û wiha got: "Me temela wê avêt, heke nesîb bibe di demeke kin da emê çêkirina Navenda Çandê ya Ataturkê xilas bikin. Armanca me heta 2023an li Stenbolê kapasîteya otoparkê heta 123 hezaran zêdekirin e. Em Geliya Biyoteknolojiyê ya Tuzlayê ya ku bihayê wê qasî 6 katrilyon lire ye ava dikin. Em bi bihayê 3,5 katrilyon lireyî Navenda Pêşvabirinê ya Teknolojiyê ava dikin. Li herdu aliyê bajêr emê halên sebze û fêkiyan, xurekên hişk, berên avê yên perakende tên firotin ava bikin. Emê li Eyupsultan Gokturkê navenda pêşvabirina teknolojiya çandiniyê ava bikin."

- "Em ê seferberiya restorasyonê bidin destpêkirin"

Erdogan got ewê li çar aliyê Stenbolê xebatên xwe bidomînin û wiha dewam kir: "Em ê Nîvegirava Dîrokî jî wekî bajarê qedîm rabigihînin û em ê seferberiya restorasyonê bidin destpêkirin. Li Stenbolê bi veberhênaneke 900 trilyon lireyî emê platoyeke fîlman a qirase ava bikin."

Der barê veberhênanên wê li Stenbolê bên kirin da Erdogan ev gotin jî anîn ziman: "(Gera Biyoteknolojiyê) Li vê derê ji antîkorê heya aşiyê, ji lensê heya dermanê kemoterapiyê gelek berhem dê bên hilberîn, ji bo 20 hezar kesî deriyê îstixdamê dê vebe. Em ê li hemû quncên bajêr ji bo 300 taxî 955 kreşî vekin. Li 22 navçeyên me yên qeraxên wan bi behrê ra hene, emê qeraxa behrê ya 170 kmyî bi dirêj û bênavber sererast bikin û pêşkeşî xizmeta gel bikin."

Erdogan ji bo dowîz û pereyê Tirkiyeyê da jî axivî û wiha got: "Ez bangî kesên beriya hilbijartinê dikevin nav karên wiha (dowîz) dikim: Em nasnameya we hemûyan dizanin. BDDKyê hin gav avêtin. Lê vê jî bizanibin piştî hilbijartinê emê faturaya vê bi awayekî giran bi we bidin dayîn. Ey ew kesên di nava sektora fînansê da, heger hûn rabin ji piyaseyê dovîzan berhev bikin û bibêjin 'dovîz dê zêde bibe, nizanim dê aha û wiha bibe' û hûn bikevin nava tevgerên provokatîf, hûn ê berdêla vê yekê bi awayekî pir giran bidin."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2019, 10:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE