Serok Erdogan mizgîniya Kulliyeyeke Serokomariyê da KKTCê

Erdogan ragihand ku li tek bînaya parlementoyê ya di nava kulliyeyê de ya li herêma Metehana Lefkoşayê ku li ser 500 donim erdî tê avakirin, dê bexçeyekî gel jî were avakirin.

Serok Erdogan mizgîniya Kulliyeyeke Serokomariyê da KKTCê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ew biratiya ebedî û ezelî ya di navbera Tirkiye û KKTCê de ku hêza xwe ji xwîna şehîdan distîne, bixwazin jî nexwazin jî em îro careke din ji cîhanê re radigîhînin."

Serokomar Erdogan bi boneya 47emîn salvegera Operasyona Aşitiyê li Qibrisê, beşdarî Rûniştina Taybet a Parlementoya Komarê ya KKTCê bû.

Erdogan got, "Ew biratiya ebedî û ezelî ya di navbera Tirkiye û KKTCê de ku hêza xwe ji xwîna şehîdan distîne, bixwazin jî nexwazin jî em îro careke din ji cîhanê re radigîhînin.

Erdogan li ser doza Qibrisê axivî û wiha got, "Qibris dozeke mezin e. Ev doz bi dîrok, bi wijdan û bi têkoşîna xwe ya mezin ku bi qehremaniya sala 1974an hat nîvîsandin, doza gel e. Xwediyê doza Qibrisê, bi çêleweten û makeweten gelê mezin ê Tirk e. Xwediyên vê dozê şehîd û xaziyên me ne. Ewên ku bi piştpaldana hinek hêzan, ji wan we ye dikarin Tirkan tune bikin, li pêşberî xwe ew îradeya ji hesin a gelê Tirk ên Qibrisê dîtin. Emê firsendê nedin wan xafilên ku dixwazin tîrên jehrîn li dilê Tirkên Qibrisê bixin. Hebûn û yekîtiya KKTCê di ser hemî milahezeyên siyasî re ye. Ew derdorên ku yekîtî û tebayiya me ji xwe re kirine armanc, emê misadê nedin wan ku fitnê têxin navbera me de."


- Mizgîniya Kulliyeyeke Serokomariyê li KKTCê

Serokomar Erdogan bal kişand ser avakirina Kulliyeya Serokomariyê li Qibrisê û got, "Xebatên projeyê yên ji bo Kulliyeya Serokomariyê ya KKTCê qediyan û înşaallah demeke nêzîk em dest bi avakirina wê dikin. Eha îfadeya dewletbûnê ev e. Piştî ku ev proje kete rewacê wê bibînin ka Bakurê Qibrisê dewleteke çawa ye. Ez di wê fikrê de me heke ev bînaya ku KKTC tê de hat ragihandin bibe muzexane, dê biryareke erênî be."

Erdogan ragihand ku li tek bînaya parlementoyê ya di nava kulliyeyê de ya li herêma Metehana Lefkoşayê ku li ser 500 donim erdî tê avakirin, dê bexçeyekî gel jî were avakirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE