Serok Erdogan mizgîniya îstixdamê da Agiriyê

Serok Erdogan di mitînda Agiriyê da got "Marqeyeke navneteweyî Nîke tê li vir, fabrîqayê ava dike, wê 5 hezar îstixdamê bike."

Serok Erdogan mizgîniya îstixdamê da Agiriyê

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Agiriyê beşdarî mitînga partiya xwe ya ku li Xaçerêya Dortyolê hat lidarxistin bû û li wir axivî.

Erdogan di mitîngê da silav da hemû navçeyên Agiriyê û wiha axivî: "Derdê Agiriyê derdê me ye. Serê Agiriyê biêşe, dilê me jan dide. Dilê Agiriyê xemgîn bibe, tehma devê me xirab dibe. Werin em vî bajarê mezin bi hev ra ji bo dahatûyê amade bikin. Li vî bajarê dilê wî wek Ehmedê Xanî bi hezkirinê tije ye, biratiyê em bi hev ra bilind bikin. Werin em bi hev ra vî bajarê ku dilê wê wek germavên Diyadînê ye muxebbetê bikin. Ji bo vê ez dixwazim di 31ê Adarê da hûn xwedî li îradeya xwe derkevin."

- "Ev ne demokrasî ye, ev ne xizmeta gel e"

Erdogan ji bo namzedê AK Partiyê Savci Sayan ji welatiyan piştgirî xwest û got bi saya qeyûman gelek xizmetên baş hatine kirin û wê bên kirin jî.

Ji bo baredarên berê hatine hilbijartin Erdogan got ew tên hilbijartin û diçin Enqereyê xwedî li cihên ku lê hatine hilbijartin dernakevin û wiha dewam kir: "Ev ne demokrasî ye, ev ne xizmeta gel e. Em dixwazin kesê ku gelê xwe hez dike bila bi gel ra bijî, bila bi gel ra be."

Erdohan Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî rêxne kir û got ka ew çend caran hatiye Agiriyê ku bizanibe li bajêr kîjan xizmet hatine kirin û xebatên li Agiriyê hatine kirin bi bîr anî.

- "Nike wê 5 hezar kesî îstixdam bike"

Erdogan bangî gelê Agiriyê kir û der barê fabrîqeya ku wê bê avakirin da wiha mizgînî da: "Marqeyeke navneteweyî Nîke tê li vir, wê fabrîqayê ava bike, wê 5 hezar kesî îstixdam bike."

- "HDP dijminê Sirûda me ya Îstiqlalê ye, dijminê alaya me ye"

Serok Erdogan Partiya Demokratîk a Gel (HDP) rexne kir û wiha got: "HDP dijminê Sirûda me ya Îstiqlalê ye, dijminê alaya me ye. Her kî êrîşî banga me, alaya me, nirxên me, Sirûda me ya Îstîqlalê bike, bizanibin ku hedefa wî êrîşî me kirine."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE