Serok Erdogan navê balafirgeha nû eşkere kir

Serok Erdogan daxuyand navê balafirgeha nû ya ku hat vekirin "Balafirgeha Stenbolê" ye.

Serok Erdogan navê balafirgeha nû eşkere kir

Serok Erdogan daxuyand navê balafirgeha ya ku hat vekirin "Balafirgeha Stenbolê" ye.

 "Stenbol ji bo me tenê ne bajarekî me yê mezin e, di heman demê da marqeya herî biqîmet a welatê me ye."

 "Ji bo vî bajarê ku mirov nikare qîmeta wî bipîve, me berhemeke evçend mezin çêkir û lewma me navê wê danî Stenbol."

 "(Der barê balafira ku li Endonezyayê ket da) Rehma Xwedê li kesên ku di vê balafirê da mirin be. Bila serê hemû gelê Endonezyayê sax be."

"Piştî ku ev der bi temamî ji bo xizmetê vebû, Balafirgeha Ataturkê wê ji bo seferên bazirganî were girtin û wesfa xwe ya balafirgehê biparêze

 "Çi ji bo fuarên hewageriyê û çi jî ji bo fealiyetên din, Balafirgeha Ataturk dê bi heman navî li ser xizmeta xwe berdewam be."

"Dema ku me di 2013an da îhaleya vê derê kir, gelek aliyan meraq dikir bê ka dawiya vê projeyê wê were an na, em vê dizanin."

"Tê pêşbînîkirin, hemû etab heta 2028an kuta bibin. Wate, di 10 salên pêşiya me da ev balafirgeha me dê mezinbûna xwe bidomîne."

 "Etaba ewil di salê da xwedî 90 milyon rêwî qebareyê ye. Dema hemû etab biqedin wê bibe 150 milyon, hewce bike wê bibe 200 milyon."

"Ji bo xizmetên balafirgeha me ya ku vejena xwe bixwe hildiberîne, dostê jîngeh û siruştê ye û projeyeke bêasteng e, 120 hezar kes wê wezîfeyê bike."

 "Di fînansmana vê xebatê da tu garantiya Xezîneyê yan jî taahhuta tiştekî wek wê tune."

 "Em Balafirgeha Stenbolê ne tenê ji bo welatê xwe, ji bo herêma me û dinyaya me wek xizmeteke mezin dibînin."

 "Berdêla veberhênanê 10 milyar 247 milyon ewro. Berdêla kirêyê ku dê bidin dewletê 22 milyar 152 milyon ewro, bac ne tê da 32,4 milyar ewro"

"Balafirgeh bi mîmarî, avakirin, dezgeh û fînansmana xwe va bi rastî jî ji bo welatê me projeyeke serbilindiyê ye û li dinyayê jî dikare bibe mînak."

"Ji etudê bigre heta çêkirinê, ji rêvebirinê bigre di hemû astên vê xebatê da keda kî hebe ez spasiya wan, spasiya saziyên me yên kamuyê, bankayên me, fîrmayên barkişandinê, taşeronan, endezyaran, avahîsazan ya herî girîng jî karkeran dikim."

 "Ji aliyê xêr û bereketa wê ya vejen û avê va wê ji sedî 40 teserufê bike û di rêvebirina wê da herî zêde teknolojî heye. Ev der bi van taybetiyên xwe va wê xîtabî dinyaya siberojê bike û wek balafirgeheke jîr fealiyetê bike."

 "Tirkiye bibiryar e ku ji 10 aboriyên herî mezin ên dinyayê bibe jê yek. Li herêma xwe û dinyayê bibe sembola aştî, aramî, ewlehî û refahê."

 "Ez bangî hemû dostên li herêma me û dinyayê dikim; werin em ji bo me hemûyan siberojeke aram, ewledar û mureffeh ava bikin."

 "Gava Balafirgeha Stenbolê ket xizmetê divê qada asîmanî ya Ewropayê jinûva were verastkirin. Êdî ji ber ku Stenbol dê xala herî girîng a transferê, guzergehên geştên mabeynî parzemînan jî dê bi piranî biguhere. Ev berhem dê bi cih û taybetiyên xwe va dexmeyê li dîrokê bide û lewma jî di wê yekê da tesaduf tune ku ev berhem li welatê me hatiye çêkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 15:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE