Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nexweşxaneyên li Sancaktepe û Balafirgeha Ataturkê ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî vîrusa koronayê (Kovîd-19) da tên çêkirin, kontrol kir.
Serok Erdogan danê nîvrojê ji Qesra Huberê ya li Tarabyayê li helîkoptêrê siwar bû û hat cihê Nexweşxaneya Rewşa Acîl a Pir Armancî ya li Sancaktepeyê.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Serokomar ra bûn.
Serok Erdogan li qada înşeatê û avahiya naxweşxaneyê mêze kir, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî li odeyekê der barê xebatan da agahî da wî.
Erdogan silav da karkerên înşeatê jî.
- Ji hewayê va li Yassiadayê mêze kir
Serok Erdogan ji bo nexweşxaneya li Balafirgeha Ataturkê tê çêkirin kontrol bike li helîkoptêrê siwar bû û ji wir veqetî.
Di dema rêwîtiya ji hewayê ya ber bi Balafirgeha Ataturkê da Serokomar Erdogan li Yassiadaya bi navê Girava Demokrasî û Azadiyan ku xebat lê hatine kirin mêze kir.
Serok Erdogan kar û xebatên li Balafirgeha Ataturkê ya bo çêkirina nexweşxaneya ku bingehê wê di 9ê Nîsanê da avêtin jî kontrol kir û ji wir jî derbasî Hadimkoyê bû.
AA