Serok Erdogan nimêja eydê li Mizgefta Çamlicayê ya Mezin kir

Serok Erdogan nimêja eydê li Mizgefta Çamlicayê ya Mezin kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan nimêja eydê li Mizgefta Çamlicayê ya Mezin kir.

Serok Erdogan serê sibehê ji mala xwe ya Kisikliya Uskudarê derket û derbasî Mizgefta Çamlicayê ya Mezin bû. Erdogan wexta ket mizgeftê, silav da welatiyan. Erdogan nimêja eydê li vê derê kir.

Erdogan piştî nimêjê di mizgeftê da xîtabî welatiyan kir û Eyda Remezanê ya cimaetê pîroz kir û wiha got, "Rebbê min me bigihîne gelek eydan. Me meha remezanê ku serê wê rehmet, nîvê wê mexfîret û dawiya wê ji ezab xelasî ye, derbas kir û Rebê min bi eydê em mişeref kirin. Hemd û sena ji Xwedê ra."

Erdogan destnîşan kir, di eydan da, bi taybetî di eydên dînî da biratî, yekîtî û bihevrabûn zêde dibe û wiha dewam kir, "Em jî di dewreke wisa da ne ku pir pir mihtacî vê yekê ne. Rebbê min biratiya me zêde bike, yekîtiya me daîm bike."

Erdogan piştî axaftinê eyda welatiyan pîroz kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE