Serok Erdogan Pakêta Reforma Ekonomiyê eşkere kir

Serok Erdogan "(Reformên Aboriyê) Di bingeha xebata me da armanca mezinkirina aboriyê ya li ser veberhênan, hilberîn, îstixdam û îxracatê heye." 

Serok Erdogan Pakêta Reforma Ekonomiyê eşkere kir

Serok Recep Tayyip Erdoğan, di bernameya Pakêta Reforma Ekonomiyê de axivî.

"(Reformên Aboriyê) Di bingeha xebata me da armanca mezinkirina aboriyê ya li ser veberhênan, hilberîn, îstixdam û îxracatê heye." 

"Em ê di qada hilberînê da bikêrhatinê zêde bikin û potansiyela mezinbûna xwe bidomînin."

"Înşellah em ê vê nexşerêyê bi gel, sazî, karsaz û hemû şirîkên xwe ra bi cî bînin."

"Me hedefeke wisa kifş kiriye ku bila mesrefên îtxalê kêm bibin, bi hilberîneke kêrhatî va îxracat zêde bibe û aboriyeke xwemalî û neteweyî derbikeve pêş."

"Bi rêvebiriya xwe ya şareza me mîna qeyrana kurewî ya 2009an da piştî 2013an jî li hember hemû tengasiyên siyasî, aborî û civakî li ber xwe da û welatê xwe di asta hedefên 2023yan da girt."

 "Ji bo ku Türkiye di nav 10 aboriyên herî mezin ên dinyayê da cî bigire em ê bi şev û roj bixebitin û vê armanca xwe bi cî bînin."

"Türkiye digel gelek qeyranên herêmî û gerdûnî hêza xwe diparêze."

"Wekî yek ji şertên sereke yên pêşketina demokratîk û aboriyê me îstiqrara siyasî bi cî kir."

"Heta aşî û derman awayekî adîl li hemû dinyayê neyên belavkirin diyar e ku wê dewlemendên dinyayê hizûrê nebînin û aboriyên mezin wê bi îstiqrar nebin."

"Gava hewce bike em ê pergala xwe ya rêvebiriyê ya nû pêşva bibin û li gorî qinaeta me wê bi sedsalan bibe temînata hawirê ewlehî û îstiqrarê. Bi destûra bingehîn ya nû va em ê hin gavên hewcedar yên di vî warî da biavêjin."

"Şewba vîrusa koronayê tevlî li çar aliyê dinyayê welatê me jî hilda bin tesîra xwe. Ji bo pergala rêveberiya me ya nû ya ku me di nav 18 salan da bi awayekî xurt ava kir, bû serpêhatiyek. Hemd be ku ji tenduristiyê bigire heta hilberînê û ji wê derê heta ewlehî û piştevaniya civakî di hemû qadan da em ji vê serpêhatiyê bi serfirazî hatin der."

"(Têkoşîna dijî şewbê) Me nîşanî hemû dinyayê da ku Türkiye li hember her senaryoyê amade ye û dikare demildest hereket bike. Digel şewbê di sala 2020î da em ji sedî 1,8 mezin bûn. Di nav dewletên G20î da em bûn yek ji du dewletan ku aboriya wê reel mezin bûye û piştî Çînê em ketin rêza duyemîn."

"Em bi bernameya xwe ya reformê hêlên xwe yên xurt zeximtir dikin û ji bo warên kêmasî hene jî çareseriyên rasteqîn dibînin."

"Em bi biryar in di 2021ê da li hemberî şewbê bi ser kevin û em ketina heyama mezinbûna li gor qewlê navîn jî mîna sala amadehiyê dinirxînin."

"Bingeha reformên ku em ê eşkere bikin ji polîtîkayên makroekonomîk û binyadî pêk tê."

"Ji ber îstiqrara makroekonomîk me giraniya xwe daye ser maliyeya kamuyê, enflasyon, sektora fînansê, ferqa carî û îstixdamê."

"Teqez Tirkiye wê mezinbûna xwe ya biqelîte û pêşvebirina xurt a li gorî sazîbûna aboriya vê heyama ku piştî şewbê çêbû, wê temam bike û bibe serî."

 "Ji bona berdewamkirina îstiqrarê ji xeynî polîtîkayên makro hewcedarî bi guherîn û tevdîrên bingehîn heye."

"Em polîtîkayên nû yên ku mijarên wek disîplîna xerckirinê, rêvebirina deynê kamuyê, verastkirinên bacê, îhaleyên kirînê yên kamuyê, hevkariyên kamû û sektora taybet û teşebisên îqtisadî yên kamuyê jî di nav xwe da dihewînin dikin rewacê."

"Di reformê da qada me ya ewil li hember rîskan avakirina binyadeke zexim ya maliyeya kamuyê ye."

"Em çarçoveya heqê budçeyê ya Meclisê berfireh dikin û pê ra jî şefafî û hesabdayînê zêde dikin. Loma jî em du polîtîkayên girîng diguherînin."

 "Ji hêla polîtîkayên pêkhatî va jî me xurtkirina bingeha saziyê, teşwîqkirina veberhênanê, hêsankirina bazirganiya nav welêt, polîtîkayên reqabetê, mêzekirina bazarê û reforma kontrolkirinê jî hilda nav planên xwe."

 "Ji bona ku tehemûla me ji îsrafê ra tuneye em li îdareyên kamuyê hişmendiya teserufê derdixin pêş û guherînên girîng dikin."

"Em sermiyanên bitevger kontrol dikin, yên bi kêr nayên digirin û yên din jî merhele bi merhele tevî budçeya rêveberiya navendî dikin yanî hildidin bin sihêtiya Meclisê."

"Em di kamuyê da kirîna wesaîtan, kirêkirina wesaîtan û mesrefên temsîl û ezimandinê û yên bi vî rengî kêm dikin."

 "Em hemû kar û xebatên der heqê xebatkarên dewletê da bi destê rêveberiyekê didin meşandin."

"Em bi wê nêrîna ku rêvebirina dewletê yek e tevdigerin û dixwazin tevlî rêveberiya navendî bila li rêveberiyên herêmî jî nêrîna bi însiyatîf bi cî bibe."

"Encamên budçeyê, geşedanên polîtîkayê û hedefên xwe em sê mehan carekê bi Rapora Darayî ya Kamuyê parve dikin."

"Ji bona stokên deynan di bin bandora tesîrên ji derva va tên nemînin em para deynên bi cinsê dowîzan di nav stokên deynên giştî da kêm dikin."

 "Bi piranî em ê bi pereyê xwe deyn bikin û senedên bergîdana wan Lîreyê Tirkan e bi kar bînin."

"Di paketa me ya reformê da ji bo esnafên piçûk ên tengasiya wan heye jî efûya bacê heye."

"Em birêvebirina pereyê pêşin a Xezîneyê jî xurtir dikin. Ji bo vê saziyên hesabên wan li dervayî Xezîneyê ne di Pergala Hesabên Saziyên Xezîneyekê da tînin cem hev û rêvebirina pereyê pêşin pêşva dibin."

"Em Qanûna Usila Bacê wekî ku bêqeydbûnê kêm bike û bi bacê ra li hev bike rojane dikin."

"Em polîtîkayên prîma rîska welêt kêm dikin û maliyeta deyndariyê dadixin xurt dikin."

"Beriya her tiştî em dixwazin dijî enflasyonê têbikoşin. Em dixwazin rêjeya enflasyonê daxin yekxaneya herî kêm."

"Em bikaranîna deftera elektronîk û belgeya elektronîk gav bi gav zêde dikin, bêqeydiya bacê kêm dikin."

"Ji bona kamu berhemên îtxal kêm biemilîne di bin banê Komîteya Îcrayê ya Pîşesaziyê da em navenda şopandinê ya merkezî ava dikin."

"Em ji bo nêzî 850 hezar esnafên xwe yên wek kuafor, lûlekar, tuhafiyefiroş, merengoz, tornekar, terzî, temîrkar û xwediyên çayxaneyan ku li gor beyanê bac didan ji baca dahatê muaf dikin û berpirsyariya wan a beyankirinê jî radikin."

"Em di îhaleyên kirînê yên dewletê da derbasî sîstemeke teze ya dijîtal dibin."

"Em bernameya Daîreya Bacê ya Dijîtal a Tirkiyeyê didin destpêkirin ku 7 rojan 24 saetan xizmetê bike."

"Me pirsgirêkên bacê yên ku veberdêrên navneteweyî pê ra rû bi rû dibin jî hildane nav reforman."

"Ji bona îsrafa xwarin û xurekê kêm bibe jî em dixebitin. Ji bona fêkî û zevzeyên di zeviyan û halan da dimînin di piyaseyê da bên emilandin em mekanîzmayan ava dikin."

 "Em di kontrolkirina bacê da modelên standart, xwedî pêşbîniyê û pêşî li reqabeta neheq bigire dikin rewacê."

"Em sîstemeke hişyariya zû ava dikin ku piyase çalak bixebite û polîtîkayên Komîteya Xurekê têxe rê."

"Li sektora xurekê ya salê 500 milyar lireyî cîroyê dike heke em îsrafê bi tenê ji sedî 2 kêm bikin 10 milyar lire teserufê bê kirin.

"Ji ser pergala zû hişyarkirinê va bi taybetî jî wê xwarin û xurekên komî û yekoyek demildest bên şopandin û raporên wan bên amadekirin. Bi saya daneyên demildest berhevkirî em ê jî zû biryarê bidin."

"Em xebatên li ser Qanûna Halê bi lez didomînin ku mesrefa navbeykariya xurek, sebze û mêweyan zêde nebe."

"Ji bona hilberîna çandiniyê zêde bibe û rê li ber cudabûn û zêdekirina bihayan bê girtin em mekanîzmayên çandiniyê yên bipeyman ava dikin."

"Zêdebûna bihayên dewlet eşkere dike ew ê li gor enflasyonê nebe li gor enflasyona hedef were eşkerekirin.

"Em ji bo nirxandina şoqên pêkhatî yên li ser enflasyonê xwedî rîsk in, polîtîkayên hewce dikin kifş bikin û birêve bibin Komîteya Îstiqrarê ya Bihayê ava dikin."

"Beriya her tiştî em girîngiyê didin îstiqrara pêkanîna fînansê û pêşvabirina sektora fînansê."

"Der barê pêşvabirina sektora fînansa beşdariyê da em guherîna qanûneke yekpare amade dikin."

"Em ji bo ku rê li tesîrên neyînî yên dibe ji ber şewbê derbikevin meydanê bigirin û berteref bikin ji niha va ji bo qelîteya bazara banqevaniyê zêdetir bikin û pêşdatir bibin hin tevdîran hildidin."

"Em pergaleke lihevanîna fînansê ya parmendiyê ya xwedî standartên navneteweyî ava dikin."

 "Ji bona pêşvabirina sektora fînansê em gavên curbecur diavêjin û Navenda Rîskê ji nû va saz dikin."

"Em gavan diavêjin ku bingeha aborî, teknolojîk û hiqûqî ya pereyê dijîtal çêkin."

"Em pergala teqawîdbûna şexsî berfirehtir dikin û ji bo zarokên me yên emrê wan di bin 18 saliyê da ne û ji sedî 25ê nifûsê me ku ji wan pêk tê bikaribin beşdarî pergalê bibin astengiyên li pêş wan radikin."

"Em bi armanca avakirina fona sermayeya veberhênaniyê ya krêdiya mecbûrî bingehê ava dikin. Ji bo saziyên di banê rêveberiya hebûnê da reqabetê bikin em îstisnaya birîna fona piştgiriyê, çavkanî û xercê dikin bêwede."

"Em gavan diavêjin ku hêza xwe ya reqabetê û kapasîteya pîşesaziya xwe zêde bikin."

"Em bazara sîgortekaniyê ya ji baskên fînansê yek e jî ji bîr nakin û ji bo belavbûn û pêşveçûna pergala teqawîdbûna şexsî jî hewl didin."

"Ji bo pêşxistina endustriya tenduristiyê ya nûjen û bi quwet em di bin banê Serokomariyê da Serokatiya Endustriyên Tenduristiyê ava dikin."

"Em ê hemû reformên hatin eşkerekirin di dema wan da temam bikin."

"Ji bona jinûvasazkirina piyaseya xaza siruştî em vê qadê li gorî reqabetê pêşva dibin."

Erdogan: "Em di bin banê Serokomariyê da Serokatiya Endustriyên Nivîsbarî û Têrkariyê ava dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE