Serok Erdogan peyama serê salê weşand

Serok Recep Tayyîp Erdogan peyama serê salê weşand.

Serok Erdogan peyama serê salê weşand

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan peyama serê salê weşand.

Serokomar Erdogan: "Ez ji Rebê xwe niyaz dikim ku sala nû ya zayînî, miletê me yê ezîz di serî da ji bo hemû însaniyetê bibe wesîleya xêr û xêratan"

 "Tirkiyeya ku li her goşeya wê veberhênanên qerase dewam dikin, çanda demokrasiyê xurt dibe, nasnameya dewleta hiqûqê û tecrubeyên wê zêde dibin bala hemû dinyayê dikşîne." 

 "Heta Tirkiye meseleyên xwe yên li herêmê çareser neke, nikare dahatûya xwe bi ewlehî bidomîne. Ev rastî bû sedem ku em di dîplomasiyê û di qadê da polîtîkayeke aktîf bimeşînin."

"Bi sepandina bi awayekî fiîlî ya Pergala Hikûmeta Serokomariyê va welatê me êdî serdema koalîsyon, qrîz, muxtira û derbeyan di paş de hişt. Înşelah me serdemeke wiha da destpêkirin ku êdî demokrasiya me, aboriya me û dezgehên me yên dewletê dê bêtir çalak û biîstiqrar bişixulin."

 "Musebbîbê bûyerên ku li herêmê diqewimin ne welatê me ye û wê nebe qurban jî.  Em hemû gavên ku davêjin bi vê nêrînê va plan dikin û wisa gav diavêjin. Geşedanên li Sûriyeyê encamên van hewldanên me ne."

 "Ligel herêma xwe em ji bo hemû dinyayê piştgiriya îstiqrar, edalet, xweşbînî û aştiyê dikin. Bi vê têgihîştinê va em hiqûqa Quds, Şam, Bexdad, Qahire, Trablus, Saraybosna û Qirimê diparêzin."

 "Feydaya me digîhîje îstiqrara Iraqê. Di mijara mafên me yên li Qibrîs, Behra Spî û Egeyê da jî em bibiryar in ku wan biparêzin, ji bo vê di qada siyaseyê û qadê da em hewl didin."

"Ez hêvî û daxwaz dikim ku sala 2019an ji bo welatê me, miletê me, birayên me yên li herêmê û hemû însaniyetê di nava aştî, aramî, tenduristî, ewlehî û pêşketinê da derbas bibe."

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Kanûn 2018, 11:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE