Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "Hevkariya navneteweyî divê pêştatiyê bide welatên pêşva diçin, penaberan û yên ji cih û warên xwe hatine qewirandin. Di vê mijarê da ez bawer dikim ku OECD divê rola pêşengiyê bike."
Serok Erdogan peyameke bivîdeo şand bernameya ji ber salvegera 60emîn ya Teşkîlata Hevkarî û Pêşketinê ya Îktisadî (OECD) hat lidarxisin.
Erdogan salvegera OECDê ya ku Tirkiye jî endamê wê ye pîroz kir û got ji bo aborî geş bibe, refah pêşva here û îstihdam zêde bibe ew hevkariyê didin OECDê.
Erdogan behsa şewba Kovîd-19ê û tesîra wê ya li ser dinyayê û mirovan jî kir û wiha axivî: "Wek Tirkiye di vê heyamê da me hemû tevdîrên tenduristiyê ya însanên xwe dît, ji bo aborî têk neçe jî me hewl da. Bi pakêtên Mertala Îstiqrara Aboriyê û Mertala Parastina Civakî va em li cem miteşebis, esnaf û kesên aboriya wan nebaş in sekinîn."
Serok Erdogan got her çiqas şewb hebe jî saziyên kamuyê û yên taybet veberhênên xwe didomînin û wiha dewam kir: "Bi hişmendiya berpirsyariya kurewî û alîkariya navneteweyî em hevkariyê jî îhmal nakin. Wek Tirkiye me heta niha alîkariya 156 welatan û 9 saziyên alîkariyê ya navneteweyî kir. Ez hêvî dikim ev hevkarî û piştgiriya di dema qeyranê da hat destpêkirin mayînde bibe. Wek ku min li Civîna Serokên G20î da jî anîbû ziman hevkariya navneteweyî divê pêştatiyê bide welatên pêşva diçin, penaberan û yên ji cih û warên xwe hatine qewirandin. Di vê mijarê da ez bawer dikim ku OECD divê rola pêşengiyê bike."
Erdogan spasiya Sekreterê Giştî yê OECDyê û kesên keda wan di vê bernameyê da çêbûye kir.
AA