Serok Erdogan piştgirî da Maduro

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin: "Serokomarê me ji Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ra têlefon vekir û jê ra wiha got, 'Birayê min ê Maduro! Çok venede, em ligel te ne'"

Serok Erdogan piştgirî da Maduro

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got, "Serokomarê me ji Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ra têlefon vekir û jê ra wiha got, 'Birayê min ê Maduro! Çok venede, em ligel te ne'."

Li Venezuelayê Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaido xwe wek "serokê dewletê yê berwext" îlan kir.

Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê vê mijarê da daxuyanî da û wiha got:

"Serokomarê me ji Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ra têlefon vekir û jê ra got ku Tirkiye piştgirê we ye û wiha dewam kir, 'Birayê min ê Maduro! Çok venede, em ligel te ne'. Tirkiye wê bi pêşengiya Erdoganê Serokomarê me va helwesta xwe ya dijberiya hewlên hemû derbeyan biparêze."

Kalin di dawiya peyama xwe da cih da etîketa "#WeAreMADURO" jî.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE