Serok Recep Tayyîp Erdogan polês Fethî Sekînê di 2017yan da rê li ber êrîşa PKKya rêxistina terorê ya dijî Adliyeya Îzmirê girt û şehîd bû di 5emîn salvegera şehadeta wî da bi bîr anî.
Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand polês Fethî Sekîn bi canê xwe rê li ber êrîşa xayîn ya terorîstan girt û peyameke dîrokî da dinyayê.
Erdogan wiha got: "Ez polêsê me yê qehreman Fethî Sekîn di 5emîn salvegera şehadeta wî da bi rehmet û minetê bi bîr tînim. Ez hemû şehîdên me yên canê xwe ji bo welatê me feda kirine bi hurmetê bi bîr tînim."
AA