Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ra axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê weşand di hevdîtinê da civîna ku heyetên mizakereyên yên Rûsya û Ukraynayê roja sêşemê li Stenbolê kiribûn hat qisekirin.
Di peywendiyê da Serokomar Erdogan diyar kir ku civîna heyetên Rûsya û Ukraynayê ya li Stenbolê ji ber baş û awayek erênî derbas bû, hêviyên der heqê aştiyê da jî zêdetir kir.
Serokomar Erdogan qala giringiya tevgera bi aqlê selîmiyê kir û got ku ew dixwazin Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy bînin cem hev û bigihîjin mirazê xwe yê aştiyê.
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn jî ji Serokomar Erdogan ra bo mazuvaniya li hemberî heyetên Rûsya û Ukraynayê yên li Stenbolê hatibûn cem hev, spas kir.
AA