Serok Erdogan û Putîn bi têlefonê axivîn

Serok Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn

Serok Erdogan û Putîn bi têlefonê axivîn

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê Serok Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn bi têlefonê axivîn û geşedanên li Sûriye û Libyayê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Hat diyarkirin Serok Erdogan destnîşan kir ku êrîş û binpêkirina agirbestê ya rejimê ku li Îdlibê dike dibe sedema qeyraneke însanî ya mezin.

Li gor agahiyan Erdogan diyar kir ku êrîşên li Îdlibê zirarê didin hewldanên ji bona çareseriyê û ji bona ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê jî dibin talûke û gefeke mezin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE