Serokomar Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonê digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn encam da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Raghandina Serokomariyê li ser gavên geşepêdana têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê gotûbêj hat kirin.
Di peywendiyê de herwiha mijarên herêmî di serî Kafkasya, Sûriye û Libya digel pêşhatên navneteweyî hatin nirxandin.
Herdu serokan biryardariya xwe li ser pêşxistina hevkariya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dubare kirin.
AA