Serok Erdogan, Putîn û Rûhanî dê sibê Suriyeyê gotûbêj bikin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov eşkere kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn sibê dê ligel Serok Erdogan û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya vîdeo konferansê va mijara Suriyeyê biaxive.

Serok Erdogan, Putîn û Rûhanî dê sibê Suriyeyê gotûbêj bikin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov eşkere kir ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putîn sibê dê ligel Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Serkokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya vîdeo konferansê va mijara Suriyeyê biaxive.

Peskov li paytext Moskovayê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku Putîn dê 1ê tîrmehê li ser Suriyeyê bi Erdogan û Rûhanî ra peywendiyekê çêbike.

Peskov diyar kir ku peywendî dê bi rêya vîdeo konferansê va çêbe û li gorî ku plan hatiye kirin dê di saet 14.00an da be.

Zîrweya Astanayê ya li ser Suriyeyê ku plan ew bû ku li Îranê were kirin, ji ber şewba Kovîd-19ê hatibû taloqkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE