Serok Erdogan raya xwe avêt

Serok Erdogan raya xwe li Dibistana Navîn a Saffet Çebî ya li Uskudarê avêt...

Serok Erdogan raya xwe avêt

Serok Recep Tayyîp Erdogan raya xwe li Dibistana Navîn a Saffet Çebî ya li Uskudarê avêt.

Serok Erdogan û jina wî Emîne Erdogan ji bo ku rayên xwe bidin ji mala xwe ya li Kisikliyê ya li Uskurarê derketin û di saet 13.50yan da hatin Dibistana Navîn a Saffet Çebî.

Welatiyên li baxçeyê dibistanê tijî bûbûn hezkirina xwe nîşanî Erdogan dan.

Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Mevlut Uysal, Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen, Serokê Bajêr ê Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak û rayedarên din pêşwaziya Erdogan kirin.

Serok Erdogan û jina wî Emîne Erdogan hatin pola ku sandiqa hejmara wê "3300" e, yek bi yek destê wezîfedaran girtin û silav dan wan.

Piştî kontrola nasnameyan Erdogan û jina xwe rayên xwe avêtin sandiqê.

332 hilbijêr wê rayên xwe bavêjin sandiqa hejmara wê "3300" e, ya ku Erdogan jî raya xwe avêtê.

Di lîsteya hilbijêran da navê Serokomar Erdogan di rêza 18emîn, navê jina wî Emîne Erdogan jî di rêza 17emîn da ye.

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE