"Serok Erdogan roja çarşembê dê seroktiya civîna koronavîrusê bike"

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun ragihand, "Serokkomarê me roja çarşembê di çarçoveya têkoşîna dijî koronavîrusê de dê ji bo civîneke berfireh seroktiyê bike."

"Serok Erdogan roja çarşembê dê seroktiya civîna koronavîrusê bike"

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun ragihand ku dê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan roja çarşembê di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de seroktiya civîneke kordînasyonê ya berfireh bike.

Altun di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku Erdogan piştî civîna di çarçoveya têkoşîna dijî koronavîrusê de ya ku dê roja çarşembê seroktiya wê bike, dê derbarê gavên ku bi hevrebûna millet-dewlet pêwîste bên avêtin, kamûyê agahdar bike.

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 01:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE