Serok Recep Tayyîp Erdogan serdana Muzeya Hafiza 15ê Temmûzê ya ku çêkirina wê teze temam bûye, kir.
Serok Erdogan piştî civîna ku digel gerînendeyên giştî yên rojname û televizyonan, hinek nivîser û akadêmisyaran li Koşka Wehdeddîn encam da, li Çengelkoyê serdana xwaringehekê kir.
Erdogan li wêderê digel welatiyên ku eleqe nîşanî wî dan sohbet kir û fotograf girt.
Serok Erdogan pişt re jî serdana Muzeya Hafiza 15ê Temmûzê kir û lêgeriya.
Di serdana muzeyê de Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak refeqeta Erdogan kir.
AA