Serok Recep Tayyîp Erdogan rasera polêsan a li ser Mizgefta Mevlana ya li Berlîna paytextê Almanyayê şermezar kir.
Serok Erdogan di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da got ku "Ez operasyona polêsan a ku li Berlînê liwextê nimêja sibê li Mizgefta Mevlana hat kirin, Ewropayê roj bi roj bêtir nêzî tariya Serdema Navîn dike û li holê ye ku bi nijadperestî û dijminahiya îslamê mezin bûye, azadiya baweriyê ji bînê va tune dihesibîne bi tundî şermezar dikim."
Erdogan di parvekirina xwe da ev gotin:
"Ewropaya ku çendî salan wekî navenda demokrasî, mafên mirovan û azadiyan hat binavkirin îro mixabin ku guheriye teşekûleke ku ku dijî cudahiyan şer dike. Em wek Türkiye wisa bawer dikin ku tu hincet ji bo ku mabedek bi hovane bê binpêkirin nikare bibe bingeh. Li ku dera dinyayê û bi çi awayî dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe ya dijî nijadperestî, dijberiya biyaniyan û dijminahiya îslamê ra bidomînin."
AA