Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser telefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, têkiliyên di navbera Tirkiye û Îranê da û êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Filistînê hatin axaftin.
Erdogan ji ber zilm û êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê bi awayekî tund berteka Tirkiyeyê nîşan da.
Serokomar Erdogan got civaka navneteweyî divê li hemberî van êrîşên Îsraîlê bi awayekî xurt dersekê bide Îsraîlê.
Erdogan ji Serokomarê Îranê Rûhanî ra got alema Îslamê di gotin û tevgerên xwe da divê bi hev ra tevbigere, ev mecburî ye.AA