Serok Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan bi telefonê axivîn

Serok Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan bi telefonê axivîn

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan bi telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di peywendiya telefonê de Paşinyan Eyda Qurbanê ya Erdogan pîroz kir.

Hat ragihandin ku herdu serokan, ji bo piştevaniya hêzdarkirina aşitî û îstiqrara herêmê, tekezî li pêvajoya normalîzebûna di navbera Tirkiye û Ermenistanê de kirin.

Erdogan û Paşinyan di vê çarçoveyê de, hêviyên xwe anîn ziman ku ew gavên di hevdîtina 1ê temûzê ya nûnerên taybet de, li ser li hev kirine, di demeke nêz de werin tetbîqkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE