Serok Erdogan serxweşî da malbata Emîne Bulut

Serok Erdogan telefonî bavê Emîne Buluta bi destê mêrê xwe yê berê hatibû kuştin kir û serxweşî dayê

Serok Erdogan serxweşî da malbata Emîne Bulut

Serok Recep Tayyîp Erdogan telefonî bavê Emîne Buluta bi destê mêrê xwe yê berê hatibû kuştin kir û serxweşî dayê.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Erdogan bi Ahmet Bulutê bavê Emîne Bulutê ra axivî û got ji ber kuştina Emîne Bulutê gelekî li ber xwe ket û serxweşî da malbatê.

Serok Erdogan diyar kir ku ji bo kujer cezayê heq dike bibîne û pêşî li tundiya dijî jinan bibirin çi lazim dike ew ê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE