Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê digel welatiyên ku li Bîngolê erdhejê li wan da axivî û silametiya wan xwest.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ligel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz, Parlamenterê AK Partiyê yê Bîngolê Feyzi Berdibek, Alîkarê Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Enver Îskurt û Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu li gundê Elmaliyê yê navçeya Yedisuyê rewşa dawîn a erdhejê nirxand û ligel welatiyan hat cem hev.
Oktay û yên pê ra ligel welatiyên erdhejzede yên ku li ber agir xwe germ kirin axivîn. Oktayê ku li vê derê li Serokomar Erdogan geriya, der heqê rewşa dawîn a erdhejê û xebatên tên meşandin da agahî dan Serokomar Erdogan.
Erdoganê ku bi têlefonê Oktay bi erdhejzedeyan ra axivî, daxwaza silametiya wan kir. Welatiyan jî "Xwedê ji te razî be Serokomarê min" bersiv da.
Oktay jî diyar kir ku wan hemû xebat pêk anîn û wiha got, "Herî dereng di nava 3 rojan da xebatên tesbîtkirina xesarê dê bên kirin û birîn dê bên pêçan."
AA