Serok Erdogan: Sonda me Sirûda Îstiqlalê ye

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Sonda me Sirûda Îstiqlalê ye û em bi Sirûda Îstiqlalê di rêya xwe da dimeşin."

Serok Erdogan: Sonda me Sirûda Îstiqlalê ye

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Sonda me Sirûda Îstiqlalê ye û em bi Sirûda Îstiqlalê di rêya xwe da dimeşin."

Erdogan di vekirina "Civîna Ciwanan ya Tirkiyeyê" da axivî ku bi destê Platforma Saziyên Civakî ya Ciwanan ya Tirkiyeyê bi mijara "Veberhênana Civakî û Ciwanan" li Navenda Kongreyê ya Davutpaşayê ya Zanîngeha Yildiz Teknikê hat lidarxistin.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir dikarin di bin banê lijneyeke polîtîkayê da avakirina komeke xebatê ya der barê ciwanan da hildin rojeva xwe û wiha got: "Divê em ne bi hişmendiyeke ku li paş ciwanan dimîne, bi hişmendiyeke ku rê li ber wan vedike û hedefan nîşan dide xebatên xwe bimeşînin."

Erdogan destnîşan kir naxwazin sînorên xeyalên ciwanan bi qedexeyan asteng bikin got em dixwazin sînorên xeyalên wan berfirehtir bikin û wiha got: "Hemd ji Xwedê ra niha li temamiya 81 bajarên me zanîngeh hene. Niha jî divê em kalîteyê zêde bikin û di nav vê hewldanê da bin."

Serok Erdogan destnîşan kir berpirsiyariya sereke ya me hemûyan ew e ku zemîneke wisa ava bikin ku ciwanên me nekevin nav lepên teror, tundî, hişbir û nîhîlîzmê.

Erdogan diyar kir wê Qişleya Ramiyê bikin pirtûkxaneya herî mezin ya Tirkiyeyê.

Serok Erdogan destnîşan kir di sala 2002an da 9 navendên ciwanan hebûn, îro ev jimar 286 e û got hezar û 575 tesîsên sporê hebûn û ev jimar niha 3 hezar û 567 e û wiha dewam kir: "Em tenê bi gotinê nabêjin ku 'Ciwan siberoja me ne.' Ji bona ciwanên me li ser bingeheke baş pêşva herin û zana bin jî em bi hemû hêza xwe dixebitin."

Erdogan diyar kir wê firsendê nedin ku hin kes ji bona berjewendiyên xwe yên siyasî ciwanên vî welatî bikşînin nav şer.

Serok Erdogan der barê biryara li ser sonda xwendekaran da destnîşan kir piştî biryara Dadgeha Şêwrê tiştên ku qewimîn biryardariya me ya di vê mijarê da zêdetir kir û wiha got: "Sonda me Sirûda Îstiqlalê ye û em bi Sirûda Îstiqlalê di rêya xwe da dimeşin."

Erdogan ji bona sonda xwendekaran diyar kri gorî qinaeta min ev biryar bi niyeteke baş nehatiye hildan û got hin derdoran vê biryarê ji bo îdeolojiya xwe dijî demokrasiyê wek ronî qebûl kirin û wiha dewam kir: "Zilamên qerase cilên xwendekaran yên reş li xwe kirin, bi heman awayî jinên pîr bi ezbere xwe ya nîvco hewl dan ku sonda xwendekaran bixwînin û xwe rezîlê alemê kirin. Gorî qinaeta min bûyerên wiha ku meriv jê şerm dike mijara siyasetê nînin, mijara psîkiyatriyê ne."

Serok Erdogan diyar kir her tiştî îstismar dikin, lê di dîroka wan da wekî Balafirgeha Stenbolê, Tunêla Avrasyayê, Marmaray û Pireya Yavuz Sultan Selim ku ji bona gelê me berhemên îftixarê ne, tunene û wiha got: "Hijmendiya CHPyê van tiştan nekir? Mesela li Surîçiya Fatîhê bi sedan mescid girtin û kirin tewle."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Mijdar 2018, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE