Serok Erdogan tevdîrên nû yên dijî Kovîd-19ê hatin hildan eşkere kir

Serok Erdogan der barê sînordarkirina derketina derva da got ku " Dawiya hefteyê ji şeva înê saet 21.00ê heta roja duşemê saet 05.00ê dê bênavber dewam bike."

Serok Erdogan tevdîrên nû yên dijî Kovîd-19ê hatin hildan eşkere kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê ya li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Serok Erdogan der barê têkoşîna der barê têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got ku "i bo kêmkirina tesîra neyinî ya şewbê ji bilî tevdîrên armanca wan ew e ku lîvdariya mirovan herî kêm bike tu çareyeke din tune. 83 milyon divê em hemû bi hev ra bi rihê seferberiyê tevbigerin. Em ji welatiyên xwe dixwazin ku heta ev tehdîda şewbê ji holê ranebe heta mecbûrî çênebe bila nekevin nav qerebalixê, bi baldarî tevbigerin. Tirkiyeya ku ji çendî têkoşînan bi serbilindî derketiye dê bi îzna Xwedê têkoşîna ku dijî şewbê dide jî teqez qezenc bike."

- "Şemî-yekşeman em êdî li malê ne"

Serok Erdogan der barê sînordarkirina derketina derva da wiha axivî: "Nava hefteyê her roj dê di navbera saet 21ê û sibehê 5an da sînordarkirina derketina derva ya giştî bê sepandin. Dawiya hefteyê ji şeva înê saet 21.00ê heta roja duşemê saet 05.00ê dê bênavber dewam bike. Şemî-yekşeman em êdî li malê ne."

Erdogan diyar kir ku kargehên wekî market, beqalî qesab û cihên ku xizmeta pakêta malan didin di saetên ku dê bên diyarkirin da dawiya hefteyê dervayî sînordarkirinê da bin.

- Tevdîr dê ji roja sêşemê pê va bên tetbîqkirin

Serok Erdogan tevdîrên din ên ku di çarçoveya şewba Kovîd-19ê da hetin hildan wiha ragihand:

"Dê navberê bidin fealiyetên pêşdibistanê û saziyên perwerdeyê yên manend. Nimêjên cenazeyê xizmên wan jî di nav da herî zêde dê bi 30 kesî bên kirin, nîkah jî dê ji vê jimarê derbas nebin. Jimara kesên ku dê bikarin bikevin kolanên qerebalix û meydanan dê bi biryara Lijneya Hifzisihayê ya Umumî bikare bê sînordarkirin. Ji bo daketina navendên dan û sitandinê dê derbasî sepana koda HESê bibin. Li malan çalakiyên wekî roj, mewlûd, sersaxî, pîrozkirina sersalê yên ku mirov tên bal hev dê neyên kirin. Restoran ji bilî serwêsa pakêtê dê nekarin ku xizmetê bidin. Li kargehên ku ji 50 kesî zêdetir xebatkarên wan hene bi çavdêriya doxtirê kargehê dê ji hêla pisporê ewlehî û tenduristiya kar a heyî yan jî personelekî ku hat diyarkirin va bicîanîna tevdîrên şewbê bi awayekî xurt bê kontrolkirin. Ji bilî îstisnayên ku di giştînameyên berê da hatin diyarkirin kesên ji 65 salî mezintir û 20 salî biçûktir dê nekarin ku wesayîtên veguhestina komî bi kar bînin."

Erdogan ragihand ku tevdîrên vîrusa koronayê dê bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî bê verastkirin û ji roja sêşemê va bê tetbîqkirin.

- "Înşeallah dê meha li pêşiya me dest bi lêxistina aşiya Kovîd-19ê bikin"

Erdogan der barê lêxistina aşiya Kovîd-19ê da got ku "Înşeallah ji mehên pêş me va dê ji xebatkarên tenduristiyê dest pê bikin û ev aşî bê lêxistin."

- "Derdê van bi Tirkiyeyê bi xwe ra ye, bi gelê Tirk ra ye, hedefên welêt ra ye"

Erdogan gotinên parlementerê CHPyê yên der barê TSKyê da rexne kir û ev gotin:

"Buxtana ku CHPyi gelek caran dikin, herî dawîn parlementerekî bi awayekî bêperwa dubare kir û Artêşa Tirkiyeyê hedef digire nîşaneye wê yekê ye ku ev hişmendê tena serê xwe diguhere mijareke ewlehiya neteweyî. Wisa ketina nav siyaset, endezyariya civak û sandoqê ku tu halê wan tune ku gel bibînin. Di ser da jî ev ne tenê gel tune dihesibînin di heman demê da êrîşkirina sazî û nirxên bingehîn ên welêt jî ji xwe ra kirine edet. Yên ku di dilê wan da şûna Tirkiyeyê hezkirina mahfîlên din heye nasnava wan çi dibe bila bibe em destûrê nadin ku bi peyvbaziyê buxtanê li artêşa vî welatî bikin. Sedema kîn û nefreda di nav van da ne Borsa Stenbol e ne jî fabrîqeya li Sakaryayê ye. Derdê van bi Tirkiyeyê bi xwe ra ye, bi gelê Tirk ra ye, bi hedefên vî welatî ra ye."

Erdogan bangî serokê CHPyê Kiliçdaroglu kir û got ku "Parlementerê te dê rabe û bi awayekî bêedep û namerdane heqaretî hêzên min yên çekdar bike û tu dê wî nedeynî ber derî. Ev gelê ku li Mehmetçîkê xwe xwedî derdikeve dê tu carî te efû neke. Sandoq jî dê te efû nekin. Ev gel dê kesên hewl didin ku ji felaketa welatê xwe ji xwe ra îqtidarê derxînin efû neke. Ev gel kesên ku heqaretî li artêşa xwe yê ku ji derbekeran paqij bû û bi xurtî li parastina welêt girt dike efû nake. Ev gel kesên ku ji mamosteyê bigire heta karkeran, ji hakiman heta polêsan, ji esnafan heta karsazan heqaretkirina kesên ku piştgiriyê nadin siyaset zen dikin efû nake."

Erdogan der barê dewra hîseyên Borsa Îstanbulê ya ji bo Qeterê da got ku "iştî vê peymanê para Fona Heyberên Tirkiyeyê ya di Borsa Îstanbulê da ji sedî 80,6 e, ango wekî salek berê ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE