Serok Erdogan û Trump bi têlefonê axivîn

Serok Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê axivîn.

Serok Erdogan û Trump bi têlefonê axivîn

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê axivîn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Erdogan û Trump ji xeynî meseleyên dualî li ser geşedanên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Serok Erdogan ji bona gavên ku di Civîna G-7ê ya li Fransayê da di mijara Îranê da hatin avêtin û ji ber ku Davîd Satterfieldê Balyozê Amerîkayê dest bi wezîfeyê kir kêfxweşiya xwe diyar kir.

Hat diyarkirin Erdogan û Trump careke din gotin ku dixwazin hecma ticaretê derxin 100 milyar dolarî û li hev kirin ku li Îdliba di bin êrîşên rejimê da ye sivîl bên parastin û ji bona rewşa sivîlan xera nebe hevkarî bidome.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 16:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE