Serok Erdogan û Trump hevdîtin kirin

Hevdîtina Serok Erdogan a bi Serokê Amerîkayê Trump re ya di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20ê de xilas bû

Serok Erdogan û Trump hevdîtin kirin

Hevdîtina Serok Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ya di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20ê de xilas bû. Hevdîtinê 50 deqîqe dewam kir.

Têkiliyên dualî yên Erdogan ên di çarçoveya têkiliyên li Qada Fuarê ya Costa Salguero ya ku lûtke lê tê kirin dewam dikin.

Serok Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump re hevdîtin kir û hevdîtinê 50 deqîqe dewam kir.

Beriya hevdîtinê Serokê Yekîneyên Federasyonên Fitbolê yên Navneteweyî (FIFA) Gîannî Infantîno bi Erdogan û Trump re di heman wêneyê de cî girt.

- Hevdîtina duyemîn a her du serokan a di lûtkeyê de

Erdogan û Trump duh beriya ku beşdarî rûniştina taybet a bi mijara "Dahatûya Adil û Berdewam" a ku bernameya ewil a lûtkeyê ye bû bibin demekî li ser piyan axivîbûn.

Bi vî awayî her du serok di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20ê de cara duyem hatin bal hev.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Kanûn 2018, 11:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE