Serok Erdogan vegeriya welêt

Serok Erdoganê ji bo beşdarî Civîna Serokên G20î bibe çûbû Japonyayê û ji wir jî derbasî Çînê bûbû vegeriya welêt

Serok Erdogan vegeriya welêt

Serok Recep Tayyîp Erdoganê ji bo beşdarî Civîna Serokên G20î bibe çûbû Japonyayê û ji wir jî derbasî Çînê bûbû piştî ziyareta xwe ya fermî vegeriya welêt.

Teyareya "TC-TRK"yê ya ku Serokomar Erdogan û heyeta bi wî ra tê da bû di saet 01.45an da gihîşte Balafirgeha Esenbogayê.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn û Şaredarê Şaredariya Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş Erdogan û heyeta bi wî ra pêşwazî kirin.

Emîne Erdogana jina Serokomar, Wezîrê Karên Derva Meclut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Mustafa Varank, Wezîrê Binesazî û Ragihandinê Mehmet Cahît Turhan, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir, Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Serokomar Erogan ra hatin Enqereyê.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 09:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE