Serok Erdogan wê di ziyareta Ukraynayê da peymana STAyê îmze bike

Serok Erdogan wê di ziyareta Ukraynayê da peymana STAyê îmze bike

Serokê dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy daxuyand ew amadehiyan dikin ku bi Tirkiyeyê ra Peymana Bazirganiya Serbest (STA) îmze bikin.

Zelenskiy di Parlamentoya Ukraynayê (Verhovna Rada) da daxuyand Tirkiye û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wê di ziyareta Ukraynayê da sînyaleke aboriyê ya xurt bidin.

Zelenskiy got ev sînyala îmzekirina Peymana Bazirganiya Serbest e û wiha dewam kir: "Em ê di nav du rojan da bi Tirkiyeyê ra peymana STAyê îmze bikin, komên me li ser vê dixebitin û ez bawer im ku em ê li hev bikin."

Serok Erdogan wê di 3yê sibatê da here Ukraynayê ku di vê ziyaretê da hevkariyên xurt wê çêbibin.

Armancek jî ew e ku hecma bazirganiyê ya di navbera herdu welatan da ji 5 milyar dolarî derkeve 10 milyar dolarî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE