Serok Erdogan wê îro here Amerîkayê

Serok Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya 76em a NYê bibe wê îro here Amerîkayê

Serok Erdogan wê îro here Amerîkayê

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî hevdîtinên giştî yên Lijneya Giştî ya 76em a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, wê îro here Amerîkayê.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Serok Erdogan ji bo ku li New Yorkê beşdarî hevdîtinên giştî yên Lijneya Giştî ya 76em a NYê bibe, wê di navbera 19-22yê îlona 2021ê da Amerîkayê ziyaret bike. Erdogan wê 20ê îlonê roja duşemê avahiya Turkeviyê ya Nû ku li New Yorkê hatiye çêkirin, veke.

Di Lijneya Giştî ya 76em da mijarên wekî "Derbaskirina Şewba Kovîd-19ê, Cardin Înşakirina Domdariyê, Pêkanîna Pêdiviyên Gerstêrkê, Ji Bo Rêzgirtina Mafên Mirovan û Cardin Xurtkirina Netweyên Yekbûyî Tesîskirina Berxwedanê ya bi Rêya Hêviyê" hene û Serokomar Erdogan wê roja ewil xîtabî lijneyê bike.

Hat ragihandin ku Serok Erdogan wê digel Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres bi gelek serokên dewlet û hikûmetan ra hevdîtinê bike, wê di çarçoveya konferansa ku sernava wê "Dinyayeke Adiltir Pêkan e" û wê ji aliyê Komîteya Beralîkirinê ya Neteweyî ya Tirk-Amerîkan va were lidarxistin bibe da bi nûnerên civaka Tirk û Misilmanên li Amerîkayê ra hevdîtinê bike.

Tê payîn ku Serok Recep Tayyîp Erdogan li Amerîkayê milaqatan bide saziyên weşan û çapemeniyê û beşdarî Xwarina Galayê ya 11emîn Konferansa Veberhênanê ya Tirkiyeyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE