Serok Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendina Serokê Amerîkayê Donald Trump wê îro here Amerîkayê.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Erdogan li ser vexwendina Trump wê di navbera 12-13ê Mijdarê da li Amerîkayê be.
Di çarçoveya ziyaretê da Erdogan wê bi Serokê Amerîkayê Trump ra bê bal hevdu û di hevdîtinên navbera heyetan da jî wê serokatiyê bike.
Di hevdîtinê da têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê bi hemû aliyan ve wê bê axaftin. Ji bilî vê mijara Sûriyeyê di serî da mijarên herêmî û kurewî wê bên axaftin, têkoşîna dijî terorê û hevkariya ku divê ji bo vê bê kirin û bê xurtkirin jî dî hevdîtinê da bê behskirin.
Erdogan wê beşdarî civîna ku ji hêla Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê va bê lidarxistin bibe û bangî karsazan bike.
Serok Erdogan wê here ziyareta Navenda Diyanetê ya Amerîkayê ya li eyaleta Marylandê û ewê bi welatiyên Tirk, Amerîkiyên eslê wan Tirk in û nûnerên civaka Misilmanan ra hevdîtinê bike.
AA