Serok Erdogan wê sibê here Azerbeycanê

Serok Erdogan wê sibê here Azerbeycanê

SerokRecep Tayyîp Erdogan li ser deweta Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev wê sibê here Azerbeycanê.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Serok Erdogan wê li Azerbeycanê beşdarî vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya li Fuzuliyê bibe. Her wiha li Zengilanê jî bi piştgiriya Tirkiyeyê Kampusa Çandiniyê ya Biaqil wê were çêkirin û Erdogan wê bi Serokkomarê Azerbeycanê Aliyev ra beşdarî merasima xîmavêtinê ya kampusê jî bibe.

Di ziyareta rojane da Erdogan û Aliyev wê ji her alî va li ser têkiliyên Tirkiye û Azerbeycanê bisekinin, ji bo ku di navbera her du welatan da tevkarî zêdetir bibe, wê li ser gavan bisekinin.

Di hevdîtinan da digel têkiliyên du alî, tê plankirin ku her du Serokkomar der barê geşedanên rojane, herêmî û navneteweyî da fikrên xwe ji hev ra bêjin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE