Serok Erdogan wê sibê here Ukraynayê

Serok Erdogan wê sibê li Ukraynayê beşdarî Civîna 8emîn a Konseya Stratejîk a Payebilind a Türkiye û Ukraynayê bibe

Serok Erdogan wê sibê here Ukraynayê

Serok Recep Tayyîp Erdogansibê ji bo Civîna 8emîn a Konseya Stratejîk a Payebilind a Türkiye û Ukraynayê, here Ukraynayê.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn, bi serokatiya Serok Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy û bi beşdariya wezîran va li Kievê Civîna Konseyê wê were lidarxistin û wê li ser mijarên dualî û herêmî hûr û kûr bisekinin.

Serok Erdogan wê di ziyaretê da der heqê rewşa Tatarên Kırımê da were agahdarkirin, ji bo xurtkirina têkiliyên şirîkatiyê yên bi Ukraynayê ra wê li ser derfetên tevkariyê yên nû bisekinin.

Tê payîn ku Serok Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy di Foruma Kar a Türkiye û Ukraynayê da bi karsazan ra jî rûnên.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE