Serok Erdogan wesayîta Tirkiyeyê da naskirin

"Xeyala me ew e ku wesaîta me ya bi keda endazyarên me û teknolojiya me ya neteweyî çêbe ku navê me li dinyayê bê zanîn."

Koma Teşebisê ya Otomobîla Tirkiyeyê ji bo danasîna Otomobîla Tirkiyeyê li Gebzeyê Merasima Vekirinê ya Fermî ya Hevdîtina Rêwîtiya Nûjeniyê û Geliyê Înformatîkê li dar xist û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Koma Teşebisê ya Otomobîla Tirkiyeyê (TOGG) Rîfat Hîsarciklioglu û Rêvebirê Payebilind ê TOGGê (CEO) Gurcan Karakaş beşdar bûn.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîr Varank û Serokê TOGGyê Hîsarciklioglu di merasimê da axivîn.

Erdogan di axaftina xwe da diyar kir îro ji bo welatê wan rojeke dîrokî ye û xewna 60 salî ya Tirkiyeyê dertê rastiyê û got ku em hemû şahidiya vê dikin.

Serokomar Erdogan got ku ji bo vî karî ji 100î zêdetir endezyarên Tirk bi şev û bi roj xebitîn.

Erdogan diyar kir Çîroka Devrîmê di heman demê da ji me ra qalê dike ku xeyalên merivan çawa li merivan dixin kabûs û got ku xeyala me ew e ku wesaîta me ya bi keda endazyarên me û teknolojiya me ya neteweyî çêbe ku navê me li dinyayê bê zanîn û wiha dewam kir: "Wesayîta Devrîmê di rê da ma kesên ev vegerandin kampanyaya xeniqandinê ew ê hewl bidin ku dîsa heman tiştî bikin. Lê em ê destûrê nedin. Bi ser ketin pêşiya wesayîta Devrîmê birîn lê înşaellah nikarin pêşiya wesayîta me ya heyamê bibirin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye êdî bi tenê bazara teknolojiya teze nîne, hatiye halê wisa ku teknolojiyê pêş dixe, çêdike û îxracî hemû dinyayê dike û wiha axivî: "Wexta me dest bi wezîfeyê kir, me soz da ku 'Em ê karkerên xwe nexin nav dest û piyê enflasyonê.' Em vêga jî 3-4 pûanî ser enflasyonê ra digirin."

Erdogan diyar kir kampanyayeke wisa dimeşînin ku dibêjin 'Bira ev fabrîqe nexebitin û em miaşê herî kêm eşkere bikin' û got ku wê ev çerx biguhere birê min û wiha axivî: "Sozê me çi ye? Em ê karkerên xwe qurbana mehaneya kêmtirîn nekin. Me bi qurban nekir û em biryardar in ku ji vir û şûnda jî qurban nekin."

Serokomar Erdogan diyar kir wê hejmara bernamenivîsên xwe bi lez ji 170 hezarî derxin 500 hezarî.

Erdogan destnîşan kir ku wesaîta wan wê bi emîsyoneke sifir bixebite û tebîet û derdorê qirêj neke.

Serokomar Erdogan der barê wesayîta xwemalî da got ku ji tu kesî lîsansê an jî îcazetê nastîne, her taybetiyê em bi xwe eşkere dikin, em êdî şertên lîstikê eşkere dikin.

Serokomar Erdogan diyar kir ku fabirqeya otomobîla xwemalî wê li Gemlika Bursayê ser eraziyê Artêşa Tirkiyeyê were çêkirin.

Erdogan diyar kir ku di 2022an da wê hemû binesaziya şarjê ya Tirkiyeyê amade be û wiha got: "Kesên ji xwemalîbûn û milîbûnê fehm nakin hene, ew me eleqedar nakin, em li ser karê xwe ne. Tu kes bira hewl nede ku vî karî reş nîşan bide.

Serokomar Erdogan diyar kir bi pey marqeyeke kurewî ketine û wiha dewam kir: "Înşellah em ê wesaîta ku di warê xwe ya herî mezin, performansa wê zêde û maliyeta wê maqûl be çêkin. Wexta me dest bi çêkirinê kir em ê bibin xwediyê modela SUVê ya tekane ya ewil ku bi ceyranê ye û wekî ya klasîk ya Ewropayê. Wek Recep Tayyîp Erdogan li ser navê xwe ez niha ji vir siparişa ewil didim. Ez dizanim gelê me bi kelecan li bendê ye ku vê wesaîtê bikire. Beriya ku di 2022an da bê firotin dibe ku pêvajoya kirînê dest pê bike. 3 sal piştî çêkirinê li welatê me wê bibe wesaîta tekane ku bi derfetên xwemalî hatiye çêkirin. Bi îzna Xwedê Tirkiyeyê di pêşerojê da bibe welatê ku gavên wê tên teqîbkirin."

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank jî diyar kir ku Tirkiye wê îro ji bona di warê aborî û teknolojiyê da serxwebûna xwe zexim bike û wiha dewam kir: "Em bi fermî Geliyê Înformatîk teknoparka herî mezin ya welatê me ye vedikin."

Varank ji bo Otomobîla Tirkiyeyê destnîşan kir ku "Bi wesayîta Tirkiyeyê va em marqeya xwe ya li bazara kurewî têkeve reqabetê ava dikin, dibêjin di pêşeroja sektorê da 'em jî hene'."

Varank wiha axivî:

"Ev otomobîl, bi hemû milkiyeta ramanî û sinaî va, bi biryarên endezyarî va otomobîla Tirkiyeyê ye. Her qurişê ku ji vê otomobîlê tê qezenckirin, qezenca Tirkiyeyê ye. Ev xurûr, xurûra 82 milyon welatiyên me, ya Tirkiyeyê ye. Gelek veberhênanên li vê navendê ku Koma Hilberînê ya Wesaîta Tirkiyeyê mazûvaniya wê dike, dê bibe pêşengê teknolojiyên xwemalî û neteweyî. Em ê di sektora otomotîvê da hecma îstixdamê û kapasîteya îxracatê ya bi 32 milyar dolarî hê zêdetir bikin."

Rîfat Hîsarciklioglu jî ji bo fabirqeya Otomobîla Tirkiyeyê wiha axivî: "Em ê di 2021an da fabrîqeya xwe temam bikin. Înşellah di 2022an da jî wê wesaîta me ya ewil ji bantê derkeve."AA

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE