Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Li Qudsê hewl didin hin tiştan bikin em vê red dikin. Em bangî hemû dewletan dikin ku bira rêzê nîşanî statuya dîrokî û hiqûqî ya Qudsê û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin."
Serok Erdogan li Duşanbeya paytextê Tacikistanê beşdarî Lûtkeya Serokên Hikûmet û Dewletan a 5an ya Konferansa Tevdîrên Zêdekirina Ewlehî û Hevkariyê ya Asyayê bû û di axaftina xwe da got ji ber ku beşdarî civînê bû gelekî kêfxweş e.
Erdogan di axaftina xwe da ji bo Îmamelî Rihmanê Serokomarê Tacikistanê got "birayê min ê ezîz" ji ber seroktiya ku bi serketî didomîne pîroz kir ji bo mêvandariya wî jê ra sipas kir.
Erdogan di civînê da li ser mijara Filistînê axivî û got, "Ji bo rûmeta mirovahiyê dibê Filistîn êdî ji bin dagirî, zilm û bêedaletiyê were xilaskirin. Li Qudsê hewl didin hin tiştan bikin em vê red dikin. Em bangî hemû dewletan dikin ku bira rêzê nîşanî statuya dîrokî û hiqûqî ya Qudsê û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin."
Serok Erdogan destnîşan kir ku piştgiriyê didin hewlên ji bo bidawîkirina tundiyê û tesîsa aştiyê ya li Efxanistanê.
Erdogan di mijara Keşmirê da got ku dibê bi diyaloga Pakistan û Hindistanê û li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî û hêviyên gelê Keşmirê pirsgirêk were çareserkirin û piştgiriyê didin hewlên ji bo vê û wiha pê da çû: "Em rewşa Rohîngyayiyan jî ji nêz va teqîb dikin û daxwaza me ew e ku di demeke kin da drama mirovahiyê ya li wê derê bi dawî bibe."
- "Tundî û terorîzm li dinyayê zêde dibe"
Erdogan bal kişand ku tundî û terorîzm li dinyayê zêde dibe û wiha axivî:
"Em 35 sal e li dijî rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, PKK, FETO û El Qaîdeyê têkoşînê didin. Hetanî nika bi dehan hezarî welatiyên me di çalakiyên terorê da hatin kuştin. Bi taybetî dibêjim ku tu hinceteke mafdar ya teror û tundiyê tune. Ya girîng ew e ku di vê mijarê da helwesta biryardar were nîşandan. Bi destê rêxistineke terorê têkbirina yeka din bi tenê dibe sedema rijandina xunê, dagirî, zilm û rondikên çavan. Qada li Sûriyeyê mixabin îspata vê rastiyê ye."
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Berat Albayrakê Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê, Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê, Hakan Fîdanê Serokê MÎTê û Îsmaîl Demirê Serokê Pîşesaziya Parastinê jî di dema axaftina Erdogan da amade bûn.
AA