Serok Erdogan ziyareta Afrîkayê temam kir û vegeriya welêt

Serok Erdogan ziyareta Afrîkayê temam kir û vegeriya welêt

Serok Recep Tayyip Erdogan di rawestgeha dawîn a ziyareta Afrîkayê da hevdîtinên xwe yên li Nîjeryayê temam kirin û vegeriya welêt.

Balafira taybet "TUR"ê ya Erdogan û yê pê ra tê da, di saet 23.45an da li Balafirgeha Ataturk danî.

Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya û kesên têkildar, Serok Erdogan pêşwazî kirin.

Digel Serok Erdogan, hevjîna wî Emîne Erdogan, Wezîrê Karê Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Fatîh donmez, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelik, Cîgirê Serokê Giştiyê AK Partiyê Efkan Ala, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî hatin Stenbolê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE