Serok Erdogan ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê ziyareta xwe ya Tacikistanê da nirxandin kirin.
Serok Erdogan piştî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a 5emîn a Konferansa Tevdîrên Ewlehiyê Zêde Dikin û Hevkariya li Asyayê vegeriya welêt.
Erdogan ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û der barê ziyaretê da nirxandin kirin û wiha axivî:
"Min di axaftina xwe ya di lûtkeyê da got ku bûyerên gerdûnî û navneteweyî li dinyayê nabin sedem ku nîzam çêbe mixabin ku dibe sedema bênîzamiyê, em wek Tirkiye hewl didin ku di çarçoveya aştî, gumrahî û îstiqrarê da dirûvê bidin dînamîkên li hawirdora xwe.
Min diyar kir ku di serî da mijarên wekî Sûriye, pirsgirêka terorê û mueyîdeyên yekalî yên ku zirarê didin îstiqrarê, mijarên wekî Qudsê yên ku ji hêla navneteweyî û herêmî da hesas in hewldanên min kir û çêbû konferans hember pirsgirêkên cuda dikare bibe platformeke ku em bikarin pêngavên hevkar biavêjin.
Me di çarçoveya konferans û Lûtkeyê da çend têkiliyên dualî jî kirin. Me bi Serokomarê Îranê Rûhanî, Serokdewletê Çînê Şî, Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev û Mîrê Qatarê El Sanî ra hevdîtinên berhedar ên ku dê bibe wesîleya xurtkirina têkiliyên xwe kirin.
Ez hêvî dikim ku Konferansa Tevdîrên li Asyayê Hevkarî û Ewlehiyê Zêde Dikin ji bo dinyaya me bibe wesîleya xêrê. Di serî da Tacikistana mazûvan ji ber piştgiriya ku dan vê platforma girîng spasiya hemû serokdewletan û serokê hikûmetan dikim."
AA