Serok Erdogan:Me dibistana şaredariyê ava kir

Serok Erdogan li Îstanbulê di merasîma vekirina komî de axivî...

Serok Erdogan:Me dibistana şaredariyê ava kir

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di serî da Parîs niha kuçe û kolanên gelek dewletên Ewropayê tevlihev bûne. Em bifikar dîmenên li kuçeyên Ewropayê dişopînin."

Erdogan li Uskudarê di Merasima Vekirinê da xitabî gel kir.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser xizmetên di warê şaredariyê da hatine kirin û wiha got: "Me dibistana şaredariyê ava kir. Ev karê me ye. CHP ji karên wiha fehm nake. Em ciyê Balafirgeha Ataturk lê ye vedigerînin baxçeyê milet. Ciyên sergitî jî em ê têxin navenda fuarê û pîsteke li wê derê jî ji bo daketin û rabûnê bi kar bînin."

Erdogan got di serî da Stenbol bawer dikim li her derê welêt wê di hilbijartinên 31ê Adara 2019an da xelkê Tirkiyeyê cardin rayê bide siyaseta xizmetê ya AK Partiyê û wiha axivî: "Hûn dizanin li Stenbolê em wek Îtifaqa Cumhur dikevin hilbijartinê. Tevî Îtifaqa Cumhur emê her derê Stenbolê ji zilma CHPyê xilas bikin."

Serok Erdogan destnîşan kir hemû têkoşînê ji bona xizmeta gelê xwe didin, tengasiya dibînin û êrîşên li wan tên kirin ji bona wan belgeya beratê ye.

Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser serdana Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê ya li Almanyayê û wiha peyivî: "Kemal Efendî tu çûyî Almanyayê. Xanima li kêleka wî çi kes bû? Jinika ku li Parlamentoya Almanyayê bi paçên YPGyê derket û xwe nîşan da li kêleka te çi digre? Ev endamên PKKyê yên li Almanyayê ne. Çi karê te bi wan ra heye? Hûn li ser çi axivîn? Ka ji me ra bibêje."

Serok Erdogan got li ser vê axê hûn ê nikaribin bi nirx û qîmetên vî gelî bilîzin û got ku em ê destûrê nedin û wiha dewam kir: "Em ê nehêlin ku alaya me daxînin, azanên me bidin sekinandin û minareyên me bêazan bimînin."

Erdogan bal kişand ser çalakiyên "êlegzeran" ku li Ewropayê tên kirin û wiha got: "Hûn bûyerên li Ewropayê diqewimin dibînin ne wisa? Ev kes di 15ê Tîrmehê da li hember tiştên ku hatin serê me bêdeng man. Kesên tinazên xwe polêsên me dikirin û digotin zilmê dikin binihêrin polêsên wan çi dikin. Însafa polêsên me heye. Yên ku li hember kesên dixwestin agir berdin kuçe û kolanên welatê me û xwînê birêjin niha hûn dibînin di çi halî da ne? Di serî da Parîs niha kuçe û kolanên gelek dewletên Ewropayê tevlihev bûne."

Serok Erdogan destnîşan kir dîmenên li kuçeyên Ewropayê bifikar dişopînin û wiha got: "Em naxwazin li kuçeyên Parîsê nivîsên 'Zilmê di 1789an da dest pê kir' bibînin. Em him dîmenên tevliheviyê yên çalakvanan û him jî tundiya dijî wan qebûl nakin."

Erdogan destnîşan kir ku rewşa heyî nîşan dide ku Ewropa him di dersa demokrasiyê û him jî di dersa mafên mirovan da maye.

Erdogan ji bona daxwaza ku divê di nav Artêşa Tirkiyeyê da serbestiya sergirtinê bê betalkirin wiha got: "Ev ji Tirkiyeya berê mane. Xwedêkirî daîreya eleqedar ya Dadgeha Bilind rê li ber vê helwdanê girt."AA

Dîroka nûkirinê: 09 Kanûn 2018, 10:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE