Serok Erdogan:PKK çi be, DHKP-C çi be, FETO jî ew e

Serok Erdogan piştî temambûna bernameya xwe ya li bajarê Kyoto yê Japonyayê, derbasî bajarê Nagoyayê bû û li vê derê beşdarî "Bernameya Hevdîtina Ligel Civaka Tirkî" ya li Foruma Çandê ya Zanîngeha Nagoya Bunriyê bû.

Serok Erdogan:PKK çi be, DHKP-C çi be, FETO jî ew e

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Li Japonyayê dibistan, komele û şexsên girêdayî FETOyê hê jî fealiyetên xwe didomînin. Ev rêxistina ku di şeva 15ê Tîrmehê da 251 însanên me bi qeleşî şehîd kirin, li dervayî welêt li dijî welatê me kampanyayeke xurt a reşkirinê dimeşîne."

Serok Erdogan piştî temambûna bernameya xwe ya li bajarê Kyoto yê Japonyayê, derbasî bajarê Nagoyayê bû û li vê derê beşdarî "Bernameya Hevdîtina Ligel Civaka Tirkî" ya li Foruma Çandê ya Zanîngeha Nagoya Bunriyê bû.

Serok Erdogan di axaftina xwe ya li vê derê da, fealiyetên rêxistina terorê FETOyê yên li Japonyayê nirxand û wiha got, "Li Japonyayê dibistan, komele û şexsên girêdayî FETOyê hê jî fealiyetên xwe didomînin. Ev rêxistina ku di şeva 15ê Tîrmehê da 251 însanên me bi qeleşî şehîd kirin, li dervayî welêt li dijî welatê me kampanyayeke xurt a reşkirinê dimeşîne."

Erdogan bal kişand ku vê rêxistinê 40 salan tiştên ku bi navê "xîret û xizmetê" ji gel berhev kirin, ev 4 sal e bêyî ku şerm û fedî bike, li dijî gel diemilîne û wiha dewam kir, "Divê em nehêlin, FETOyiyên ku kîn, nefret û rikê çavê wan kor kiriye, navê welatê me reş bikin. Di têkoşîna xwe ya dijî vê rêxistina terorê ya destbixwîn da em li benda alîkariya we ne. PKK çi be, DHKP-C çi be, FETO jî ew e, tu ferq û cudahiya van ji hevdu tuneye." 

  "Dibe ku em li Nagoyayê konsolosxaneyekê vekin"

Erdogan bal kişand ku yekîtî, mifteya her cure serkeftinan e û wiha dewam kir:

"Dema ku pêwîst kir, ji bo ku hûn bikaribin dengê xwe bi meqamên Japon bidin bihîstin, teqez divê hûn destê hevdu bigirin. Di vê mijarê da înşelah dibe ku em li Nagoyayê konsolosxaneyekê vekin. Ka em dengdayînekê bikin, em yên ku dibêjin 'belê' bibînin. Wezîrê me yê Karên Derva jî li vê derê ye, bi yekdengî hat pejirandin. Ez bawer im meqamên Japon jî dê ji talebeke bi vî rengî ra nebêjin 'na'. Înşelah em ê jî gav bavêjin û konsolosxaneya xwe vekin."

"Ji Balafirgeha Osaka Kansaiyê seferên Stenbolê dê dest pê bikin"

Serok Erdogan herwiha diyar kir ku ew dixwaze mîzgîniyekê jî bide û wiha dewam kir:

"Dezgeha me ya ku em pê serbilind in Rêhewayên Tirk dê ji nîsana sala bê û şûnda ji Balafirgeha Osaka Kansaiyê dest bi seferên Stenbolê bike. Bira bi xêr be. Tirkiye nexasim bi gavên xwe yên ku di nava 17 salên dawîn da hatin avêtin va ji demokrasiyê ta aboriyê di her qadê da pêş ketiye û derbasî lîga jor bûye."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE