Serok Erdogan:Werin em vê lîstikê xera bikin

Erdogan li ber Şaredariya Sancaktepeyê di mitînga AK Partiyê ya Sancaktepeyê da axivî.

Serok Erdogan:Werin em vê lîstikê xera bikin

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ez ji Sancaktepeyê bangî hemû xwîşk û birayên xwe yên Kurd jî dikim: Werin em vê lîstikê xera bikin."

Erdogan li ber Şaredariya Sancaktepeyê di mitînga AK Partiyê ya Sancaktepeyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir CHP zibil e, çal e û herî ye û wiha got: "Namzedê me yê Îzmirê tiştek jî li ser vê zêde kiriye ku ew îmara şaş û xirab e. Yanê çar heb 'Ç' ye."

Erdogan di xeberdana xwe da der heqê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da diyar kir jixwe derewkariya wî bi darazê va musecel e û wiha axivî: "Di 9 hilbijartinan da têk çû hê jî dev ji ciyê xwe bernade, zehf ji meqamê hez dike."

Serok Erdogan diyar kir niha nexweşxaneya herî mezin a li Aliyê Anadoluyê ava dikin û got ku em nexweşxaneya 3 hezar nivînî li Sancaktepeyê ava dikin.

Erdogan balê kişand ser xebatên ji bona nûkirina bajêr tên kirin û wiha got: "Me di xebatên xwe yên veguherîna bajêr da li tevahiya Stenbolê li 23 navçeyan, 65 hezar û 399 avahiyên birîsk tesbît kirin."

Serok Erdogan balê kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha peyivî: "Ez ji Sancaktepeyê bangî hemû xwîşk û birayên xwe yên Kurd jî dikim: Werin em vê lîstikê xera bikin."

Erdogan di xeberdana xwe da der barê axaftina Sezaî Temelliyê Hevserokê Giştî yê HDPyê da wiha got: "Li Tirkiyeyê herêmeke bi navê Kurdistan heye? Bi 780 hezar kîlomêtroqereyî Tirkiye heye. Ev zilam di wê partiyê da jî hevserok e. Heger tu zehf ji Kurdistanê hez dikî Kurdistan li bakurê Iraqê ye, biteqize û here wir."

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE