Serokê Meclisê Şentop: Ji bo Kurdî em nabêjin 'zimanê nayê zanîn'

Şentop diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê ji heyameke dijwar derbas bûn dest bi heyama akademiyê kirin, hevkariya pîşesaziyê û zanîngehan ji bo civakê gelekî girîng e.

Serokê Meclisê Şentop: Ji bo Kurdî em nabêjin 'zimanê nayê zanîn'

Mustafa Şentopê Serokê Meclisê di konferansa bi navê "Li Tirkiyeyê Civak, Siyaset û Qanûnên Bingehîn"a li navenda Çandê ya Ataturk a Zanîngeha Mardîn Artukluyê hat lidarxistin da got ji ber ku perwerdeya rûbirû dest pê kir kêfxweş in, li gor salên berê îsal xwendekar zêde beşdarî dersên xwe dibin. Şentop got ev jî nîşan dide ku hesreta dema ji dersan mane zêde bûye û di mijara dersên rûbirû da biryardar in, ji vê şûnda dev jê bernadin lêbelê di şertên nexweşiyê da dibê guh bidin tevdîran.

Şentop diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê ji heyameke dijwar derbas bûn dest bi heyama akademiyê kirin, hevkariya pîşesaziyê û zanîngehan ji bo civakê gelekî girîng e.

Şentop ji bo zebtên Meclisê yên tê da dibêjin "xêncî Tirkî bi zimanekî din hat axaftin" jî wiha got:

"Hevalekî me yê me berê yê me bi hev ra siyaset dikir û wezîfeyên girîng bi cî anîbûn heye. Niha serokê partiyeke din e, bi salan jî li Meclisê wezîfe kiribû radibe dibêje 'Li Meclisê dema parlementerek diaxive, heke parlementer bi Kurdî biaxive ev nayê nivîsandin, dibêjin zimanê nayê zanîn.' Ev derew e. Zebtên li meclisê li gor mewzûat û qanûnan bi Tirkî tên nivîsandin, çima ji ber ku zimanê fermî Tirkî ye. Xêncî Tirkî bi zimanên din fermî peyv tên gotin, lêbelê heke hevok were avakirin bi jêranotê ev tê qeydkirin. Wekî zimanê nayê zanîn nayê nivîsandin, wekî 'xêncî Tirkî bi zimanekî din hat axaftin" tê nivîsîn.

Qeyda vî dengî jî di girtenameyan da heye. Bi Erebî, Farisî, Îngilîzî, Almanî û Spanyolî be jî ya ku tê kirin ev e. Ji ber zimanê fermî Tirkî ye ji bilî wî di meclisê da zebt nayên nivîsandin. Yên din wek not li ser qeyda deng tên eşkerekirin. Ev yek jî mîna ku rika li hemberî zimanekî be li hemberî Kurdî be bi kampanyayeke derew va tê meşandin. Kesên vê tînin rojevê hene. Ji bo vê pirs jî hatin dayîn û me wek mînak bersivên wan jî da. Lê vê serast nakin. Ew wê agahiya ku tiştê zanin çewte rast dike, bikarnaynin. Ev çi ye ev bi qestî telaqreşî ye, hewla derew gotinê, reşkirinê ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE