Serokê Meclisê Şentop nûçeyên der barê aşîkirina Kovîd-19ê ya parlementeran da derewand

Serokê Meclisê Şentop nûçeyên der barê aşîkirina Kovîd-19ê ya parlementeran da derewand

Serokê Meclisê Mustafa Şentop der barê nûçeyên bi îdiaya ku bi Wezareta Tenduristiyê ra lihevkirin pêk hat û wê ji roja duşemê pê va aşiya Kovîd-19ê li parlementeran jî bê xistin da got ku ew nûçe derew in, bêbingeh in û ji ber xwe hatine çêkirin.

Şentop ji ser hesabê xwe yê Twitterê bo wan nûçeyên ku tê da dibêjin wê parlementer jî bên aşîkirin daxuyanî da.

Serokê meclisê Şentop di daxuyaniya xwe da got: "Ew nûçeyên ku tê da dibêjin di navbera Meclis û Wezareta Tenduristiyê da lihevkirin pêk hatiye û wê ji roja duşemê pê va parlementer jî wê bên aşîkirin ji ber xwe hatine çêkirin, bêbingeh in."

Şentop destnîşan kir ku bi Wezareta Tenduristiyê ra ji bo vê yekê lihevkirin pêk nehatiye û ji bo parlementeran jî planek wiha nehatiye amadekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE