Serokê TBByê Feyzîoglu: Reforma Darazê wê pêşiya Tirkiyeyê veke

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu: "Gotina kesên ku hewcedariya wan pê tuneye pir ne girîng e. Ez girîngiyê didim gotinên kesên ku li peyê nanê xwe ne. "

Serokê TBByê Feyzîoglu: Reforma Darazê wê pêşiya Tirkiyeyê veke

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metîn Feyzîoglu got, "Em dizanin ku vekirina sala edlî zemîneke diyalogê ya pir girîng e. Em ê 4 sal şûnda cardin li wê derê xeberdin. Di pêvajoya normalbûna Tirkiyeyê da Serokatiya me ya Dadgeha Temyîzê gaveke girîng avêt, destê xwe dirêjî me kir. Me jî destê xwe dirêj kir. Em ê piştgiriyê bidin normalbûn û cardin lihevhatina Tirkiyeyê."

Feyzîoglu li TBByê di odeya miqam da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku hin baroyan bertek nîşanî biryara beşdarbûnê ya merasima vekirina sala edlî da.

Feyzîoglu destnîşan kir ku baro jî TBB jî di bin wesayetê da nînin û wiha dewam kir:

"Bi min divê meriv ji mijara eslî dûr nekeve. Meseleya eslî çi ye? Tirkiye sal û nîveke di nav pêvajoyeke pir girîng da ye, Belgeya Stratejiyê ya Reforma Darazê... Ev xebat pir bi qîmet e. Înşeallah wê di cotmehê da bibe qanûn û pêşiya Tirkiyeyê veke."

Feyzîoglu destnîşan kir ku 125 hezar hevkarên wî çareserkirina pirsgirêkan dixwazin û ji bo vê jî bi awayekî erênî li hevdîtinên ku wê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û rêvebiriya dewletê ra werin kirin dinhêrin û zemîna herî baş a vê hevdîtinê jî vekirina sala edlî ye."

Feyzîoglu got, "Li Tirkiyeyê perê çaya bi hezaran parêzerên ciwan tuneye. 40 hezar parêzerên ku hê 5 sal qidema wan a parêzertiyê temam nebûne, hene. Di nav 10 rojan da 600 parêzer li me zêde bûne û hê jî zêde dibin. Em mecbûr in ku reformê derxin." û wiha dewam kir:

"Gotina kesên ku hewcedariya wan pê tuneye pir ne girîng e. Ez girîngiyê didim gotinên kesên ku li peyê nanê xwe ne. Em dizanin ku vekirina sala edlî zemîneke diyalogê ya pir girîng e. Em ê 4 sal şûnda cardin li wê derê xeberdin. Di pêvajoya normalbûna Tirkiyeyê da Serokatiya me ya Dadgeha Temyîzê gaveke girîng avêt, destê xwe dirêjî me kir. Me jî destê xwe dirêj kir. Em ê piştgiriyê bidin normalbûn û cardin lihevhatina Tirkiyeyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE