Serokê Parlementoya Tirkiyeyê (TBMM) Mustafa Şentop bi mebesta hinek serdanên fermî çû Qeterê.
Balafira taybet TC-DAP a ku Şentop û heyeta pê re veguhast saet 21.50ê ji Balafirgeha Esenbogayê firiya.
Şentop û heyeta pê re dê ji aliyê Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî werin pêşwazîkirin.
Tê plankirin Şentop digel Serokê Meclisa Şêwrê Hesen bin Ebdullah Al Xenîm û Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karê Navxweyî Şêx Xalid bin Xelîfe bin Ebdulezîz Al Sanî bicive.
Herwiha tê çaverêkirin Şentop serdana Enstîtuya Dohayê bike û bi serenavê "Ber bi Cîhaneke Nû ve: Dostanî, Tifaq û Hevkarî" gotarekê pêşkêş bike.AA